Kurê wê di bin îşkencê de hatibû kuştin.
Dayîka Berfo her demê digot berî bimire ew dixwaze hestiyên kurê xwe bibîne, dixwaze wan hestiyan hembêz bike û piştre bimire.
Lê berê mir û hestiyên kurê xwe Cemîl nedît.
Digot heta ku ez Cemîlê xwe nebînim min veneşêrin û binax nekin, dayîka Berfo mir û sibe cenazeyê wê vedişêrin.
Dayîka Berfo ev 32 salin li hestiyên kurê xwe digeriya.
Erdogan soz dabû wê ku hestiyên kurê wê Cemîl bibîne.
Weke tê zanîn Dayîka Berfo, di rûyê Kenan Evren de qêria bû û gotibû:
“Te fedî nekir, te çima ew tişt anî serê kurê min, Xwedê mala te xerab bike, Te mala min xerab kir…”Ew di 105 saliya xwe de mir.
AVESTAKURD