Serrûpel Nûçe “Nexşerêya Ocalan di destê hikumetê de ye“

“Nexşerêya Ocalan di destê hikumetê de ye“

Belav bike

Bi destûra Wezareta  Dadê Şanda ku ji parlementerên BDP, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk tê dê sibê di saet 08.30 an de herin Îmraliyê.

      Selahattin Demîrtaş got : “Ocalan di hevdîtina ku  bi  heyeta BDP re  pêk bîne de, dê nexşeya rê ya nû bi heyetê re parve bike.” Demîrtaş li Meclîsê bi hinek rojnamevanan re  sohbet kir û got: “ Me diyar kir ku  gotinên Erdogan ên ku got ‘ hevsorok dê neçin Îmraliyê’ em rast nabînin . Hinek endamên ji me re gotin xwezîka me ev niqaş venekiriba. Min çend caran got : “Ji bo me navên kesên ku herin Îmraliyê ne girîng e, a girîng ew e ku saziya me muxatab bê girtin…”  

AVESTA KURD - Xeberên Kurdî