Serrûpel Nûçe Rasthatiniyeke nedîtî

Rasthatiniyeke nedîtî

Belav bike

Jina ciwan a bi navê Marîna Voînova, li ser înternetê, di motora lêgerînê de li navnîşanekê digeriya. Dîmenê avahiyekê li ser kompîtûra xwe mezin kir û dît ku, li pêşberî avahiyê jin û mêrekî xwe bi hevdu werdane. Hinekî din dîmen mezin kir û bi xwe re got, “çiqas jî dişibe dergîstiyê min.” Hinekî din dîmen mezin kir û bi çavên xwe bawer nekir. Ew mirovê ku li ser kompîtûra wê, xwe bi jinekê werdaye, dergîstiyê xwe yê 5 salî ye.
Li ser vê rasthatiniya nedîtî, Marîna Voînova ji dergîstiyê xwe veqetiya.