Serrûpel Nûçe Erdogan firçe avête Demirtaş

Erdogan firçe avête Demirtaş

Belav bike

Erdogan li balafirgeha Ataturk, daxuyaniyek da rojnamevanna û got, divê sîleh bêdeng bibin û bi bêdengkirina sîlehan re divê terorîst (mebesta wî gerîlayên PKK) ji welatê “me” derkevin.

Ewdogan got ew hêvî dike ku di vê riyê de gav werin avêtin.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişande ser hevserokê BDP Selahettin Demirtaş û got ew ji siyasetê fêm nake, ew nezanê siyasetê ye.

Erdogan gotina xwe ya berê dubare kir û got bila “terorîst ji welatê me derkevin”

Giraniya axaftina Erdogan li ser çekberdanê û derketina gerîlayên PKK ji nava Tirkiyê bû.

Weke tê zanîn berî niha jî Erdogan behsa derketina PKK ji Tirkiyê kiribû, li ser vê gotina wî serokê Konseya KCK Murat Karayilan aciz bûbû û got “ev der Kurdistan e, welatê me ye, hûn ji welatê me derkevin…”

AVESTA KURD