Serrûpel Nûçe Li New Yorkê tazî digere

Li New Yorkê tazî digere

Belav bike

Li New Yorkê, hunermenda Fransî a fotoyê Erica Simone, ji bo projeya xwe a fotoyê a bi navê “Nue York”, bi awakî şilf û tazî li kolanên New Yorkê digere. Hunermenda 25 salî, tazî li metroyê siwar dibe, diçe ji bufeyê rojnameyan dikire, li kolanan dimeşe. Di bergeha projeya xwe de, fotoyên xwe yên tazî, wek her mirovekî ku jiyana xwe a rojane didomîne, dikişîne. Proje ji 20 fotoyan pêk tê.
Erica Simone, îfade dike ku, tazîbûn tiştekî pirr xwezayî ye û bona ku tazîtiyê normal nîşan bide wê dest bi projeyeke vî rengî kiriye. Wiha dibêje, “moda ji mirovan re dibêje ku, ‘te çi li xwe kiriye tu ew î’. Ev ne tiştekî ku ez ê karibim qebûl bikim. Tazîtî tiştekî nûvaze ye. Mirov xwe rehet û azad hîs dike.” 
Hunermenda fotoyê Simone, 20 fotoyên ku li kolanên New Yorkê dikişîne, di pêşangehekê de dide pêşandan.