Serrûpel Nûçe “Ji bo hevdîtinan em amade ne”

“Ji bo hevdîtinan em amade ne”

Belav bike

Di çarçoweya çareserkirina pirsgirêkên li Suriyê de, Wezîrê Karên Derve yê Suriyê Welîd Mualîm çû Rusyayê. Mualîm hîn ku bi Wezîrê Karên Derve yê Rusya Sergey Lavrov re nehatibû cem hev, daxuyaniyên grîng dane ajansa nûçeyan a Rus Itar-Tassê.
Mualîm diyar kir ku,, wek rejîma Suriyê, em amadene ku bi mixalefeta çekdar re dest bi hevdîtinan bikin. Mualîm wiha daxuyandiye, “Li Suriye em amadene ku bi herkesên ku diyalogê dixwazin re werine ba hev. Em dikarin bi kesên ku di destên wan de çek hene re jî hevdîtinan bikin. Çimkî baweriya me ev e ku, em dizanin reform ne bi xwînê, bi diyalogê wê werin.”
Rêberê Koalîsyona Netewî a Suriyê Muaz el Xetîp, hefta borî daxuyandibû ku, ger Beşşar Esed desthilatdariyê berde û tevlî hevdîtinan nebe û soza vê bide, mixalefeta Suriyê dikare bi rêvebiriya Şamê re dest bi diyalogan bike.