Serrûpel Nûçe Amerîka di hezîranê de wê li Îranê bixe

Amerîka di hezîranê de wê li Îranê bixe

Belav bike

Televîzyona nûçeyan a Îsraîl Channel 10, îdia kir ku, di plana Serokdewletê Amerîka Barack Obama de, di meha hezîranê de lêxistina Îrana ku dev ji programa nukleer bernade heye. Di nûçeyê de tê îfade kirin ku, Barack Obama, wê meha pêş me biçe serdana Tel Avîvê û bi Serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu re, li ser hûrgiliyên operasyoneke leşkerî a dijî Îranê bide û bistîne.  
Sala borî Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu, ji Barack Obama re pêşniyarek biribû ku, li dijî tesîsên nukleer yên Îranê operasyoneke leşkerî pêk bînin, lê Obama ew pêşniyara Netanyahu qebûl nekiribû.