Serrûpel Nûçe “Li Sûriyê 50 hezar gerîlayên me hene“

“Li Sûriyê 50 hezar gerîlayên me hene“

Belav bike
Naveroka diyaloga di navbera Ocalan û parlamenteran de bi dizî di medyayê de hate weşandin.

Rojnamevan Namik Durukan di rojnameya Milliyetê de beşek ji wê diyalogê weşand.

Heta niha nayê zanîn bê ka kê ew gihandiye derve.

Hinek guman dikin ku BDP hinek jî guman dikin ku MIT ew derxistibe derve.

Di nava diyaloga Ocalan bi parlamenter Sirri Sureya de, ew dibêje gerîlla bi xwe paşvekişandinê naqede.

Serokê PKK dibêje li Suriyê 50 hezar gerîlayên wan hene.

Ocalan dibêje li Qendîlê 10 hezar gerîlayên wan hene.