Serrûpel Nûçe Bafil Talebanî: Ez jehrî kiribûm û jehir xistibûn şerbeta min a porteqalê

Bafil Talebanî: Ez jehrî kiribûm û jehir xistibûn şerbeta min a porteqalê

Belav bike

Bafil Talebanî hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşan ligel hejmarek rojnamevan axifî û ji wan re got, li Silêmaniyê tehdîd, wergirtina peran bi zorê û revandin, bûbûn diyarde.

Bafil Talebanî got, yekdengiya Kurdan li Bexdayê girînge û ew weke YNKê ji bo yekrêziya Kurdan ji bo hemû destpêşxeriyan amade ne, ji ber ku Kurd dikarin li Bexdayê bi yekrêzî mafên xwe bi dest dixin.

Her wiha got, tiştekî wiha li YNK hatibû kirin, êdî ne kesekî ew partî cidî digirit, ne jî nasdikir, tirsandin, wergirtina peran bi zorê û revandina xelkê li Silêmanî bûbûn diyarde.

Li ser çarenûsa Lahor Cengî, Bafil Talebanî got ew beşdarî kampanya hilbijartinan jî nabe.

Bafil Talebanî dibêje: Me rê li wê diyardeya xerab got, me derbe nekir, ez hatim jehrîkirin, belgeya min li ser vê yekê heye, hinekan itîraf kirin ku ez jehrî kirime, jehr xistibûn şerbeta min a porteqalê, doktoran ji min re gotin tu çawa li jiyanê mayî.