Serrûpel Nûçe YNK li pişta Malikî sekinî

YNK li pişta Malikî sekinî

Belav bike


Rojnameya Şerq el Ewset, ji zarê parlamenterê Iraqê yê girêdayî tevgera Sedr, Emîr Kenanî ragihand ku armanca xwepêşandanên ku ji aliyê tevgera Sedr ve li Bedayê tê sazkirin, ew e ku zextê li parlamentoyê bike da ku bûdceya giştî ya 2013 qebûl bike nek li dijî hikûmetê ye.
Li gorî nûçeyê, Kenanî diyar kir ku guhertina Malikî beriya hilbijartinên giştî mumkin nine û wiha axivî: “Yên ku nehîştin Malikî ji kar bê dûrxistin, parlamenterên YNK û serokomarê Iraqê Celal Talebanî bû.”
Sala 2012, aliyên siyasî yên Iraqê bi taybet hêzên Kurdistanî serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî sebebkarê sereke yê aloziya niha Iraqê dîtin û ji bo vê jî ji serokatiya parlamentoyê xwastin ku Malikî ji kar bê dûrxistin.
Lê pêşniyara parlamentoyê ji aliyê serokomar Celal Talebanî hat redkirin. Rûdaw