Serrûpel Nûçe Ji bo ku Emîne Xanimê neqeherîne çi kiriye?

Ji bo ku Emîne Xanimê neqeherîne çi kiriye?

Belav bike

Di şeveke ku hevsera Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Emîn Erdogan jî cihê xwe digirt de, stranbêja navdar Hulya Avşar derkete ser dikê.
Gotinên Hulya Avşarê mora xwe li şevê xist. Di axaftine xwe de qala kincên xwe kir û gotinên ecêb anî ser ziman. Dibêje, “dema ku haja min jê bû ku Emîne Xanim jî dike beşdarî şevê bibe, bona ku ez Emîne Xanimê neqeherînim, min 500 kinc ceribandin. Min xwest ez bi kincên girtî derkevime hemberî we lê wê bigotana ku, xwe bi wê xweşkirin dike. Ez fikirîm ku kincekî vekirî li xwe bikim, wê li hemberî we şerm be. Min ji modavanê xwe re got, hinekî vê derê , hinekî wê derê kincê min veke û me dît ku kinc hate vî halî.”  
Avşarê dûra jî ji Emîne Erdogan pirsî, “gelo zêde vekirî nebûye ne wisa?”
Li ser vê Emîne Erdogan bersiv da, “ez dikarim çi bikim, ma ez rabim herim.”

Avesta Kurd