Serrûpel Nûçe Parlementoya Brîtanya jenosîda li Kurdistanê nas kir

Parlementoya Brîtanya jenosîda li Kurdistanê nas kir

Belav bike

Piştî welêtên wek Norweç û Swêd, parlemena Brîtanya jî jenosîda li dijî Kurdan a ku li Kurdistana Başûr pêk hatibû nas kir.
Li parlemena Brîtanya biryar, bi hemû erêkirina endamên parlemenê hate girtin. 
Parlementerê parlemena Brîtanya yê resen Kurd Nadhîm Zahawî, li ser biryara parlemena Brîtanya daxuyaniyek daye. Zahawî îfade kiriye ku, ji aliyê Îngiltere ve naskirina jenosîda Kurd tê wê wateyê ku, desthilatdarên welatên din, Yekîtiya Ewrupa û Neteweyên Yekbûyî jî wê teşwîk bike ku jenosîda li dijî Kurdan hatiye kirin nas bikin.  

AVESTA KURD