Serrûpel Nûçe “Leyla Zana bû namzeda Xelata Nobel a Aştiyê”

“Leyla Zana bû namzeda Xelata Nobel a Aştiyê”

Belav bike


Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Norveçê (NRK), saziya xelata Nobel ku navenda wê li paytexta Norveç Osloyê ye, ragihand ku 209 kes û 50 sazî ji bo xelata Nobel a Aştiyê ya îsal hatne namzedkirin.
Li gorî nûçeyê ku xwe dispêr belgeyên veşartî yên malpera WikiLeaks, li nav namzedên xelata Nobel a Aştiyê de, parlamentera Amedê ya bakûrê Kurdistanê Leyla Zana jî heye.
Her wiha hat gotin ku serokê berê yê Amerîka Bill Clînton, keçeka 14 salî ya Pakistanî bi navê Melale Yûsifzay jî ku ji kuştinê filitîbû, wek namzedên xelata Nobel a Aştiyê ya 2013 hatine destnîşankirin. (Rûdaw)