Serrûpel Nûçe Dike biçe cenazeyê Chavez

Dike biçe cenazeyê Chavez

Belav bike

Stranbêjê ku her tim bi gotinên xwe balê dikişîne ser xwe yê resen Kurd Nîhat Dogan, dîsa bi daxuyaniyeke xwe, di çapemeniyê de cih girt.
Li ser hesabê twittera xwe eşkere kiriye ku, ew ê ji bo ku karibe beşdarî cenazeyê Serokdewletê Venezuela Hugo Chavez bibê, wê biçe Venezuela.
Nîhat Dogan li ser twitterê wiha nivîsandiye: “Ez ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê Chavez bibim, diçim Venezuela. Hûn hîn li ser twitterê Chavez bibîr bînin. Şoreşgerê rastîn li cem dostê xwe cihê xwe digre.”
Nîhat Dogan, sûretek xwe jî parve kir. Li ser sûretê xwe a ku di twitterê de parve kiriye wiha nivîsandiye, “ji serdana min a welatê Che Guevara û Fîdel Kubayê bîranîneke min.”

AVESTA KURD