Serrûpel Nûçe “Ez wan nameyan dibim û tînim”

“Ez wan nameyan dibim û tînim”

Belav bike

Li gor ANF’ê, Mihemed Emîn Pêncewîniyê ku beşdarî bernameya Serinc a televîzyona Stêrk bu niraxandinên girîng kirin. Pêncewînî da zanîn ew şahîdê pêvajoya 93’an ku ji aliyê Ozal ve hatibû destpêkirinim û wiha got: “ Ev ne gava yekemîne ku ji bo aşitiyê tê avêtin. Li sala 1993 dema ku ez gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûm wê demê pêvajoyek ya aşitiyê hat despêkirin. Wê demê Celal Talabanî nameya Ozal anî Şamê ji bo demê agirbestê were dirêj kirin.” Pêncewînî da zanîn ku ji ber Ozal xwest pirsgirêka kurdan çareser bike, piştî 20 salan hat piştrastkirin ku hatiye jehrkirin û wiha got: “Dema ku Ozal mir hîn wê demê Abdullah Ocalan daxuyanî da got; “Mirina Ozal di vê demê de ne normale ew hatiye jehirdan.”

Herewiha Pêncewînî serdana şanda BDP û KCD ya Başûrê kurdistanê jî nirxan û da zanîn ku, ew sê roja li gel wan beşdarî civînan bûye, bi hev re li gel partiyên siyasî hevdîtin kirin û wiha pê de çû: “ Ev pêvajo pêvajoyek girînge, ev girîngî jî ji ber ku rasterast li gel Birêz Ocalan hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin girîngin, çi biryar di van hevdîtinan de derkeve em pabendîn bi van biryaran ve.” Pêncewînî di axaftina xwede got ku, ev çar salin peywendiyên veşartî û raste rast di navbera dewlet û PKK’ê de hebûn lê ne di astek wisan de bû.

‘Min nameyên Murat Karayilan ji dewletê re birin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Pêncewînî destnîşan kir ku ew dû caran çûye Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “Ez dixwazim ve yekê jî bêjim, ez dû caran çûme Tirkiyeyê min berpirsyarên dewletê yê herî mezin dîtiye. Sedemê çûyîna min ew bû ku min nameya Birêz Murat Karayilan bir ji wan re, di heman demê de min bersiva wan ji Qendilê re bir. Herwiha dîsan bersiva wan min biriye Enqere. Di hemû peyamên PKK’ê de dihat gotin ku yê herî nêzîkî we Serokê me ye ew ji li Îmraliyê ye û herin li gel wî hevdîtin bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Pêncewînî di axaftina xwe de got ku, dema ez diçûm hevdîtinan zimanê Erdogan nermtirbu ji niha û wiha got:

“Dema ez diçûm hevdîtina wê demê Erdogan digot em dê efûyek giştî bidin, tenê ji vê efûyê 70 kes nayên efûkirin. Ew 70 kes ji li ku dixwazin dikarin jiyan bikin, niha ji behsa çekberdanê dikin.”

Pêncewînî eşkere kir ku, piştî ew ji Tirkiyeyê hat li ser daxwaza Erdogan ew bi Mam Celal re axiviye. Ji ber ku Erdogan gotibû, eger Mam Celal destûr bide bila ew 70 kes werin Başûr jiyan bikin.

Piştî van hevdîtinan pêvajo hat guhertin, şer destpê kir. Piştre hevdîtinên Oslu dest pê kir û ji aliyê dewletê ve hat eşkere kirin.

Di berdemiya axaftirna xwe de Pêncewînî got ku armanca hatina şanda BDP û KCD ya Başûrê Kurdistanê radestkirina nameya Birêz Ocalan a ji bo PKK’ê yê, herwiha Başûr ji goftûyên di derbarê pêvajoyê de agahdarkirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ji roja ku şand hat Başûr heya niha dewleta Tirk bê navber Qendil û herêmên Parastina Medya bombarand dike. Ji hêlekê ve behsa çareseriyê dike ji hêla din ve bê navber operasyon û bombabaranê didomîne. Ne tişkekî raste. Divê demek ji ya din zûtir dawî li van operasyon û bombaranan were.” (Rûdaw)