Jineke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ku li Holanda dijî, di kabîneya nû ya hikûmeta de bû wezîra Dad û Ewlehiyê.
Dîlan Yeşilgoz a 44 salî bi eslê xwe xelkê bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye.
Mark Rothe serokwezîrê Holanda, Dîlan Yeşilgoz wek wezîra Dad û Ewlehiyê destnîşan kir.
Yeşilgoz endama Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye, yek ji çar partiyên sereke ye di kabîneya nû ya hikûmeta Holanda de ye.
Dîlan Yeşilgoz endameke çalak a partiya VVD ye û di sala 2017an de li ser lîsta wê partiyê bûye endama Parlamentoya Holandayê.
Dîlan Yeşilgoz, sala 1977an li Enqerê ji dayik bûye û malbata wê bi eslê xwe kurdên Dêrsimê ye li Bakurê Kurdistanê.
Dîlan di zaroktiya xwe de ligel malbata xwe li Holanda bi cî bû ye.