Beşar ligel televîzyona Gelê Kurdistan axifî û got ku Artêşa Azad li Sûriyê tenê navek e, gelek grûpên din yên radîkal ku dixwazin fitneyê bixin navbera milet û di bin wî navî de kar dikin.
Li ser peymana di navbera Artêşa Azad û YPG de Beşar got, YPG û Encumena Gel ya rojavayê Kurdistanê (ser bi PYD ve) çi tiştê baş hebe li ser navê xwe dikin lê dema ku tiştekî xerab jî hebe li ser navê Desteya Kurd ya Bilind dikin, ji bo ku partiyên din jî bikin hevpar, di wan kiryarên nebaş de.
Beşar got ku PYD weke Baasiyan tevdigere û wan dest danine ser her tiştî û ew vê yekê qebûl nakin.
Hekîm Beşar diyar kir ku hinek partî di Encumena Niştimanî ya Kurd de hene li ser PYD têne hesibandin.
Beşar berdewam kir û got hêzên kurdî yên din hene amade ne rojavayê Kurdistanê biparêzin, lê belê YPG nahêle, ew dibêjin yan ew hêz dikevin bin emrê wan yan jî ewê ji rojava derkevin.
Li gora dr. Hekîm Beşar ew hêz dikarim daxwazên YPG red bikin û li hember derkevin, lê belê wê şerekî birakujiyê derkeve, ev jî xeteke sor e.
Hekîm Beşar got ku ew ji bo Kurdên rojava federasyonê dixwazin.
AVESTA KURD