Serrûpel Nûçe Tirkiyê Kobanî topbaran kir

Tirkiyê Kobanî topbaran kir

Belav bike

Artêşa Tirk îro danê nîvro êrîşî navenda Kobanî kir û piştre jî gundên di navbera navenda Kobanî û Girê Spî de yên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî û Gultepe topbaran kir.

Di encama topbaranê de Îbrahîm Şerîf (Eşqer) şehîd bû. Şerîf rûspiyekî gundê Xanê yê rojhilatê Kobanî bû.

12 welatî birîndar bûn. Rewşa hinek birîndaran girane ku li nexweşxanyeke Kobanî têne dermankirin.

Li gorî Rêveberiya Nexweşxaneya Kobanî; navên birîndarên topbarana Kobanê û gundewarê wê wiha ne:

Narîn Şukirî Beşar (25).

Mezlûm Bekir Teyîb (36) li Sûq El-Hal.

Cîhan Mele Osman Salih (25) li gundê Gultepe.

Mihemed Behaedîn Elî (35) li Sûq El-Hal.

Besne Salih Henîfî (24) li gundê Qeremox.

Şêrîn Seîd Henîfî (27) li gundê Qeremox.

Gerîla Celal Ebdullah (36) li gundê Qeremox.

Ebdo Mistefa Henîfî (4) li gundê Qeremox.

Yawir Îbrahîm Henîfî (Sal û 6 meh) li gundê Qeremox.

Hemûd Meter Xafilî (25) li gundê Girbênav.

Adil Kîtkanî (30) li Sûq El-Hal.

Xalid Mistefa Beşar (5) li pêşiya Market Newroz di milê xwe de birîndar bû.