Serrûpel Nûçe Hikûmetê cejna jinan pîroz kir

Hikûmetê cejna jinan pîroz kir

Belav bike

Bi minasebeta 8ê adarê, roja cîhanîya jinan, bi navê serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû jinan li Kurdistanê dikîn. Em careke din di vê minasebetê de tekîd dikin ku, em xwe bi parêzvanên sereke yê mafê jinan û wekheviyê dizanin, û di vî warî de, ji bona pêşxistina civakê, bidesanîna aşitiya civakî û kêmkirina zixta nefsî û fîzîkî li ser jinan û vekirina derfetên beşdarîkirinê li wezîfe û berpirsiyariya li pêş jinan de, çend pêmgavên giring ma avêtine.

Di vê çarçoveyê de û bi minasebeta hatina 8ê adarê, careke din em we hemûyan dilrehet dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser giringîdan bi pirsên jinan û karkirin ji bona misogerkirina tev mafên wan yên sirûştî, berdewam dibe. Tevî pîrozkirina hemû jinan li Kurdistanê, destxweşiyê li çalakvanên mafê jinan dikîn. Em hêvîdar in ku, ev yade bibe wêstgehek ji bo pêşxistina civaka me, dûrketin ji hemû awayên sitema civakî, çakirina rewşa jinan û dirustkirina kodengiyek mezin ji bo bergirîkirinê ji daxwazên jinan û cîbicîkirina wan.

Bilind û pîroz be 8ê adarê roja cîhanî ya jinan

Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê