Serrûpel Nûçe “Hergav dewleta Kurd dikare ava bibe“

“Hergav dewleta Kurd dikare ava bibe“

Belav bike

Şandeya CHP a ku ji parlementerên wek Şafak Pavey, Aytuk Atici, Hasan Akgol û Mewlud Dudu pêk dihat, bi Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed re hevdîtin pêk anîne. Di evdîtinê de Esed diyar kiriye ku, li herêmê siûda Kurdan a dewlet damezrandinê her diçe zêdetir dibe.
Esed di hevdîtina bi şandeya CHPê re wiha gotiye: “Sînore me yê bejahiyê yê bi Tirkiyê re, ji % 25 di bin kontrola PKK, ji % 75 jî di bin kontrola El Qaîdeyê de ye. Ti eleqa me bi teqîna Cîlvegozê tine ye. Çimkî em êdî li ser wan sînorana tine ne. Wira bi temamî di bin kontrola El Qaîdeyê de ye.”
Di mijara dest ji peywirê kişandinê de jî Esed wiha gotiye: “Ku ez bixwazim jî, ne pêkan e ku dikaribim ji peywira xwe veqetim. Heta ku aramî neyê welatê min ez welêt terk nakim. Ji xwe gelê min jî li paş min disekine.”
Esed di derbarê dewleteke Kurd de jî gotiye: “Li herême her diçe siûda Kurdan a dewlet damezrandinê zêde dibe. Kurdên Başûr û yên Rojava gihaştine hev. Hergav dewleteke Kurdan dikare bê avakirin.”
Rewşa Suriyê jî wiha nirxandiye Esed: “Li Suriyê her diçe teror zêde dibe. Ji 23 welatan terorîst li welatê min hene. Herî zêde ji Yemen û Libyayê tên. Bi granî ji ser Tirkiyê re dikevine Suriyê. Bandora dewletên wek Amerîka, Rusya, Çîn û hemû dewletên din, ji bandora Tirkiyê hindiktir e. Tirkiye li ser rewşa Suriyê herî zêde bandordar e. Çimkî zêdetir çek û terorîst ji Tirkiyê tên.”
Esed, ji bo pêvajoya Îmraliyê jî wiha gotiye: “Li Tirkiyê pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tê meşandin, rengê xwe yê hevpar ûmmetparêzî ye. Dibêjin em Tirk in û hûn jû Kurd in, em hemû ûmmeta Îslamê ne. Dixwazin Kurdên oldar bikişînine aliyê xwe.”  
  
AVESTA KURD