Saziya Zimanê Kurdî a Rojava (SZK), îsal laîqa Xelata Zimên a Feqî Huseyîn Sagniç hate dîtin. Xelat, her sal ji aliyê Enstîtûya Kud a Stenbolê ve tê belavkirin.
SZK, ji ber ku li Kurdistana Rojava, li her bajarên Kurdan dibistanên Kurdî vedike û ji perwerdehiya zimanê Kurdî re pêşengiyê dike laîqa xelata îsal hatiye dîtin.
Merasîma xelat belavkirinê, di 12ê Adarê, salvegera wefata Feqî Huseyîn Sagniç de, li Restauranta Cezayîr wê bidine nûnerên SZKê.
Feqî Huseyîn Sagniç, zimanzanê Kurdî bû û di sala 2003 an de wefat kiribû. Xelat ji sala 2005 an vir ve ji aliyê Enstîtûya Kurd a Stenbolê ve her sal tê belavkirin.
Heta niha ev navana xelat wergirtine:
1- Zana Farqînî (2005)
2- Mihemed Malmîsanij (2006)
3- Abdullah Demirbaş (2007)
4- Rojnameya Azadiya Welat (2008)
5- Ahmet Turk (2009)
6- Kawa Nemir (2010)
7- Li ser navê girtiyên KCKê Hatip Dicle (2011)
8- Mulazim Ozcan (2012)
AVESTA KURD