Sekretreê partiya azadî ya kurd li Sûriyê Mistefa Cuma, ji Rûdawê re ragihand ku şervanên YPG duh (08.03.2013) êrişî gundê bi navê Burc Ebdula li Efrînê kirine. Ç
Cuma da zanîn ku di bûyerê de 2 gundî hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
Li bara sedema bûyerê de Cuma wiha axivî: “Ji ber ku partiya me xeletiyên PYD eşkere dike rastî êrişên endam û alîgirên wê partiyê tê. Duh jî 20 alîgirên me girtibûn ku yek ji wan endamê mekteba siyasî ya partiyê Ebdurehman Apo bû.”
Sekreterê partiya azadî destnîşan kir ku ji serokatiya Herêma Kurdistanê xwatine ku pêşiya van tevgerên PYD bigirin û bang li desteya bilind a kurd jî kir ku “nebe sîbera siyasî ya PYD”.
Ji aliyekî din, nûnerê PYD li Ewrûpa Ebduselam Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku di şerê gundê Burc Ebdula de tu kes nehatiye kuştin lê ragihandin bûyerên han mezin kirine. Rûdaw