Li Elmanya di apartmaneke ku malbateke Tirkiyeyî têde dijiya şewat derket. Ji ber şewatê, dayik û 6 zarokên wê jiyana xwe wenda kirin. 6 zarokên ku di şewatê de mirine, salên wan di navbera 6 û 16 saliyê de bûne.
Bûyer, li bajarokê Backnang, ku nêzika bajarê Stuttgartê ye, doh bi şev qewimiye.
Balyozê Stuttgartê yê Tirkiyê Turker Ari daxuyandiye ku, ji bo kesên ku jiyana xwe wenda kirine Tirk in an na, lêkolîn tê kirin û wana encama lêkolînê dipên.
Ajansa Nûçeyan a Anatolya (AA) jî diyar kiriye ku, kesên di şewatê de mirine, hemû Tirk in.
Dîsa li gor îdiayekê, di heman apartmanê de Komeleya Çanda Tirk û Elman a aîda Semsûriyan (Adiyaman) hebûye û armanc agir berdana komeleyê bûye. Lê karbidestên Elmanî ev îdiaya red kirine.
AVESTA KURD