Serrûpel Nûçe Wezîrê Nadirî hat dîtina Heciyê Cindî

Wezîrê Nadirî hat dîtina Heciyê Cindî

Belav bike


Ewî li Yêrêvanê dersbêjê Xwendinxana kurdiye pêdagojiyêye Piskavkazê  bû. Pey tamkirina Zanîngehêra bû aspîrant, têza xweye doktoriyê hazir dikir, lê pêra negîhand xweyke, ji ber ku ew brine eskeriyê. Pey şerê cîhanî yê duyemîn, 26-ê noyabirê (mijdar) sala 1946-a qezya tê serê wî, û ew wefat dibe.

Wezîrê Nadirî xudanê van pirtûkane: “Reva jine” (1935), “Nûbar” (1935), destana “Nado û Gulîzer” (1936), “Zimanê kurmancî, ziman-name, rastnivîsar” (1947, pey wefatê), “Weten û hizkirin” (1961).

Ewî zimanê kurdî, ermenkî, rûsî, tirkî, farsî zanibû.

 

***


 Sala berê nava arşîva bavê xwe Hecîyê Cindî da min nivîsarek dît, nivîsareke nazik, dilovan: ew derheqa nivîskarê kurd Wezîrê Nadirîda  bû (min ew nivîsar tomerî, bi xwestina wî, da Çerkezê Reş) Bîranînêd xwe derheqa Wezîrê Nadirî da Paysar Zakaryanê – hevala wîye Zanîngehê, nivîsî bû û dabû bavê min.

Kerîk ji wê nivîsarê:

 “…Rojekê jî  Wezîr gelek kêfxweş hate lêksiyayê (dersê).Wextê navbiryê ew nêzîkî min bû, hêdîka gote min:

– Lawikê me berdane…Lê ditirsim herim wana bivînim, diqewime pey wana digerin?

Ewê fikirê wê gelekî dirêj tabetî neda wî, eger min jêra negota, wekî em tevayî herine dîtina wana.Wan sala mala Hecîyê Cindî ser kûça (kolana) Svêrdlov dima.Êvarê dereng, bi xeberdan, em nêzîkî mala wan bûn. Wezîr tenê çû mala Hecî, lê ez mam û wê kûçêda çûm, hatim – hîvya wî sekinîm…”

 

Wexta min  wê salê ev nivîsar dayka xwe- Zeyneva Îvora xwend, ewê anî bîr, go:

 

– Belê, belê, Wezîrê Nadirî hat dîtina Hecî…

De çend roj bû,wekî Hecî ji kelê aza bûbû, halê wî tunebû, belengaz bûbû, lingê wî werimî bûn, şevê xew nedikete çeva, hey vedicêniqî, hey berxeva xeber dida, bi zimanê ermenkî digo: “na, na, ezî ne gunekarim…”, ji malê dernediket… Wîya kiribûne hebsê çawa “dijminê cimetê”, çawa “eksîşorişvan”…, bona wê yekê jî, wekî wî û Celadêt Bedirxan hevra nema nivîsîbûn… Gulle jêra derketibû. Hecî gilî dikir, ka çawa kelêda wîya dabûne cefê, zêrandinê, wekî wanara qayîl be, şer bavê xwe û hevalên xwe, gune hilde ser xwe…, lê ewî teyax dabû, xwe gunekar hesab nekirbû…

Paşê dada wan bû… Wan sala mirovê eyan, amûtam girtî, pir cara bê dad gulle dikirin, sirgûn dikirin, lê vê carê ecêb qewimî!.. Xwedê usa hiz kir, Hecî, Cerdoyê Gênco, Şamil Têmûrov, Ahmedê Mîrazî hatine afû kirinê…

 

…Êvareke dereng derê me xistin. De ew du sal bû – kesî derê me nedixist, nedihatine mala me.Wexte xirav bûn, salên rêprêsyên (zor û zext) Sitalîn bûn, salên hebandina nefsa wî…Dilê gişkada tirs hebû…

Cînara me derî vekir, me texmîn kir, wekî yek Hecî dipirse û hema wê deqê derê oda me xistin. Min û Hecî bi tirs û xof çevê hev nihêrî. Hecî go:

– Mitêk (ermenkî – keremkin).

Derî vebû, yekî bejnbilindî bedewî porkurîşk hate hundur.

Ew Wezîrê Nadirî bû. Hecî ji ciyê xwe rabû, ewî û Wezîr hev hemêz kirin, bû mirçe-mirça wan, hev paç dikirin, çevê wan bi hêsir, ha yekî digo “bira can”…ha yê din, hev bernedidan…Ez jî dora wan diçûm – dihatim, îske-îska min bû, digiryam. Herdu keçêd meye çûk jî- Firîce, Firîde ser kûrsiyê rûniştî kerr û bi tirs me dinhêrîn…

Çend deqê din herdu jî rûniştin.Lê ecêb ew bû, wekî xeber nedidan, te digo zar-ziman ketibûn: çevê hev dinhêrîn, beşerxweş dibûn, hey bi dezmalê hêstirê çeva temiz dikirin…

Nişkêva Hecî minra got:

– De rave, navînî mêvanekî ezîz hatye malê? Rave nan dayne.

Ez ha-hanga rabûm, lê Wezîr go:

– Na, xûşkê, ezî lezim, merî hîviya mine…

Hecî medê xwe kir, ewî tire “hineka” ew şandine mala me, wekî wanara derheqa Hecîda gilîke…Wezîr jî texmîn kir, wekî Hecî medê xwe kir, go:

– Hecî, ê ne tu Paysarê nas dikî, ewe hîvîya min.

Hecî bi dengekî şabûyî û beşerxweş go:

– Paysarê silavkî,- û ewana xatirê xwe ji hev xwestin, û Wezîr çû.

 

De Wezîrê Nadirî xweş mêr bû, mêrê mêra, xalê Kinyaz bû, doktor-profêsor Kinyazê Îbrahîm,  ku naka li Qazaxistanê dijî.

 

Paysarê nivîsî bû:

 

 “Wezîr ji mala Hecî derket û pêra-pêra pirsî:

– Merivê nenas nehatine kivşê?

Min gotê:- Netirse, kes nehatye kivşê…

Go: – Hecî tu silav dikirî,- paşê pirsî,- em sibê jî neçine dîtina Cerdo?

Min wî çaxî Cerdoyê Gênco pak nas nedikir û qayîl nebûm tevî Wezîr herim.Ez divêm ew çendekî dinê ser Cerdoda jî çû….”

 

 

 

Hecîyê Cindî tevî  Kinyaz  Mîrzoyêv û Çerkezê Reş. s. 1984.

  

Firîda Hecî  Cewarî