Serrûpel Nûçe Ji bo Malîkî fetwa mirinê da

Ji bo Malîkî fetwa mirinê da

Belav bike

Serokê Yekîtiya Alimên Misilman yên Cîhanê Yusuf el Kardavî, beşdarî bernameya kanala El Cezîre a bi navê “Şerîat û Jiyan” ê bû û di derheqê Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî de fetwa mirinê da.
Kardavî, li ser pirsa, “gelo kesên ku li welêt meqamên siyasî îdare dikin û yên ku ev kujerana birêve dibin, ne di hikmê kujeran de ne?” ev bersiva da: “Belê, helbet… Malîkî û kesên wek wî qet ji Xwedê natirsin. Gunehê wan bi mirovan nayê û neheq mirovan dikujin. Wana mirovên ku berî her kesî pêwiste werine kuştin in, pêwiste hesab ji wan were pirsîn.”
Hikumeta Nurî Malîkî, berê rê nedabû serdana Yusuf el Kardavî ku biçe Iraqê. Hikumeta Iraqê ragihandi bû ku, ger Kardavî sînor derbas bike û têkeve Iraqê ew ê were girtin.

AVESTA KURD