Serrûpel Nûçe Hecma bazirganiyê a Kurdistanê diyar bû

Hecma bazirganiyê a Kurdistanê diyar bû

Belav bike

Her sal her diçe bazirganiya Herêma Kurdistana Federel a bi welatên biyanî re zêde dibe. Li gorî ajansa nûçeyan a Kurdpress, waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ragihandiye ku, hecma Kurdistana Federel a bazirganiyê a sala 2012, bi welatên biyanî re gihaştiye 20 mîlyar dolarî. Newzad Hadî destnîşan dike ku, Hewlêr bûye navenda bazirganiyê a hemû Iraqê. Hadî, ”me di bazirganiyê de a bi welatên biyanî re granî daye ser pêdiviyên bingeh yên gel.” 
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, civîna çapemeniyê lidarxistiye û wiha gotiye: “Şîrketên biyanî gellekî hewesdar in ku li Kurdistana Federel ramedanê bikin. Berê Bexda navenda bazirganiyê bû, niha ji ber îstikrar, aboriya ku her diçe mezin dibe û ewlehiyê a Herêma Kurdistana Federel, herkes dixwaze li Hewlerê  bazirganiyê bike.”

AVESTA KURD