Serrûpel Nûçe 20 saliya Ozgur Gundemê

20 saliya Ozgur Gundemê

Belav bike

Rojnameya muhalîf a Kurd Ozgur Gundemê 20.salvegera xwe pîroz kir. Rojnameyê di sala 1992 yan de dest bi weşanê kir lê gellek caran hate girtin û bi navên din jiyana weşangeriya xwe domand. Dîsa gellek caran avahiyên Ozgur Gundemê hatin bombekirin, bi dehan xebatkar û belavkarên rojnameyê hatin kuştin.  
Bi taybet jî di salên 1992 û 1996 an de li bajarên Kurdan, fişareke zêde a dewletê li ser rojnameyê hebû û di rojnameya Ozgur Gundemê de xebitandin, dihate wateya fermana mirina xwe morkirinê.
Dîsa, li ser şert û mercên zor yên di Ozgur Gundemê de xebitandinê û kuştinên xebatkaran, ji fîlman re bû mijar. Fîlma “press” jî ji wan yek e.