Serrûpel Nûçe Kurdan Helebçe jibîr nekir

Kurdan Helebçe jibîr nekir

Belav bike

Îro salvegera Komkujiya helebçeyê ye. Li çar parçê Kurdistanê û li gellek deverên ku Kurd lê dijîn, 25.salvegera Komkujiya Helebçe hate bibîranîn. 5 hezar qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê, li ser gora wan ji aliyê bi hezaran ve hatine bibîranîn.
Di 16ê Adara 1988 an de, li Helebçeyê komkujiyek pêk hat. Rejîma dîktatorê Iraqê yê wê heyamê Seddam Huseyîn, li Helebçeyê bi çekên kîmyevî 5 hezar Kurd qetil kirin. 20 balefirên rejîmê, mirin ji ser Helebçeyê de barandin.  Pirraniyê qurbaniyan jin û zarok bûn. Li ser rûyê erdê ew cara yekem bû ku dewletekê, di nav sînorê xwe de çekên kîmyevî bikardihanîn.
Bandora çekên kîmyevî, tenê ne li ser mirovan, li ser ajalan bigre heta xwezayê tehrîbatên mezin û yên bi salan berdan.  
Li Bakurê Kurdistanê jî şandeyek, bona ku beşdarî bibîranîna Komkujiya Helebçeyê bibe, ber bi Helebçeyê ve çû. Şande, ji parlementer û nûnerên saziyên sivîl pêk hat. Di nav şandeyê de parlementer Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane, Nazmî Gur, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û nûnerên BDP’ê yên Hewlêrê jî hene.
Malbatên Roboskiyî jî tevlî bibîranîna li Helebçeyê bûn.
Herêma Kurdistana Federel, ji bo bibîranîna fermî, şande vexwendibû merasîma bibîranînê.
Li gellek bajar û navçeyên Kurdistana Bakur û li gellek derên ku Kurd lê dijîn, nêzika 35 navenda, Komkujiya Helebçe hate bibîranîn û berpirsyarên komkujiyê hatin şermezarkirin.

AVESTA KURD