Serrûpel Nûçe Emeliyata estetîkê herî zêde li Îranê ye

Emeliyata estetîkê herî zêde li Îranê ye

Belav bike
Li gorî daneyên Komeleya Cerahên Plastîk a Îranê, li cîhanê welatê ku herî zêde emeliyata estetîkî tê kirin Îran e. Serokê Komeleya Cerahên Plastîk a Îranê Dr.Kelentar Hurmuzî diyar dike ku, li Îranê kesên ku emeliyata estetîk dibin, grupa zêdetir grupa ku salên wan di navbera 17 û 26 an de ne. Bihayê emeliyateke estetîk jî di navbera 1600 û 3000 dolarî de ye. Mirov, bi taybet jî jinên ciwan, zêdetir emeliyata estetîk a poz dibin.
Li Îranê qasî 3 hezar bijîşkên ku emeliyata estetîk dikin hene. Ji van ancax 125 bijîşka, ji wezareta tenduristiyê destûra emeliyata estetîkê stendine.
Herî zêde poz tê estetîze kirin. Li gorî civaknasan, li Îranê sedema zêdetir emeliyata estetîk ew e; ji ber ku li Îranê bi taybet jin tenê dikarin rûyê xwe vekin, bilî rûyê wan herdera wan ji girtinê re tê mecbûrkirin, wana jî dixwazin ku rûyê wan baş xuya bike û loma jî pozê xwe bi emeliyata estetîk didine çêkirin. 
 
AVESTA KURD