Li gorî nûçeya ntvmsnbc.com’ê, di nav şandeya BDPê a sêyem de, navê Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş heye. Navên din hîn nehatine eşkerekirin û tê gotin ku di nav 2 rojan de wê nav werine eşkerekirin.
Şande, berî Newroza Amedê a di 21ê Adarê de wê biçe hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan. Ji şandeyê tê hîvîkirin ku, peyama Ocalan a newroza îsal û a di derbarê pêvajoya Îmraliyê de bi rayagiştî re parve bikin.
Navê Demîrtaş, ji bo şandeya duyem a BDPê jî derbas bûbû lê wezareta dadê a Tirkiyê rê nedabû Demîrtaş ku biçe Îmraliyê.
Di şandeya yekem de; Ahmet Turk û Ayla Akat Ata, di şandeya duyem de; Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan cih girtibûn.
AVESTA KURD