Serrûpel Nûçe “Ezê bangeke dîrokî bikim“ (Vîdyo)

“Ezê bangeke dîrokî bikim“ (Vîdyo)

Belav bike

Sêyem şandeya BDP a ku ji Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Parlementer Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê pêk dihat, li Îmraliyê bi Rêberên PKKê Abdullah Ocalan re rûniştin.
Piştî hevdîtinê Selahattîn Demîrtaş, li Atakoy Marînayê peyama Ocalan xwend. Demîrtş îfade kir ku Ocalan gotiye, “ez ê di 21ê Adarê de bangeke dîrokî bikim.”
Ocalan wiha gotiye: “Pêvajoya çareseriyê a ku destpêkiriye, bi awakî erênî didome. Armanca me hemû Tirkiye demokratîk kirin e. Ez ê di 21ê Adarê pîrozbahiya Newroza Amedê de bangekê bikim. Ji bo wê amadehiyên min dewam dikin. Banga ku ez ê amade bikim wê bangeke dîrokî be. Di naveroka banga min de him ji bo çareseriya siyasî him jî ji bo çareseriya leşkerî agahiyên têrkirî wê hebin. Mesela çekan jî ez dixwazim ku bi lez û bi awakî ku canek jî wê neyê wendakirin çareser bikim. Di vê warê de ez ji bo çareseriyê piştgiriya parlementoyê û a partiyan grîng dibînim. Heviya min ew e, bona ku vekişandin û çareseriya mayînde pêk bê, peywira dîrokî a ku dikeve ser milên parlementoyê wê bicih bînin.”

AVESTA KURD