Serrûpel Nûçe Li pêşberî Navenda AKPê û Wezareta Dadê teqîn

Li pêşberî Navenda AKPê û Wezareta Dadê teqîn

Belav bike

Li paytexta Tirkiyê li Enqerê, li pêşberî Navenda Giştî a AKPê û avahiya aîda Wezareta Dadê a li Kizilayê, hevwext 2 bombe teqiyan. Di teqîna li pêşberî Wezareta Dadê de, 2 hemwelatî brîndar bûne û rakirine Nexweşxana Numuneyê.
Hat îdiakirin ku, bi çeka LAW êrîşa qatê 7. a Navenda Giştî a AKPê kirine ku, di heman qatî de oda Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî heye. Di vê êrîşê de xebatkarekî wezaretê brîndar bûye.
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn di derbarê êrîşê de wiha gotiye, “em vê êrîşê sermezar dikin. Şîdet karê kesên neçaran e. Bi vê nikarin ti tiştî bidestbixînin.”
Hat ragihandin ku Gerînendetiya Ewlehiyê a Enqerê eşqalê êrîşkar tesbît kiriye.

AVESTA KURD