Serrûpel Nûçe “Amerîka dewleteke serbixwe a Kurd napejirîne”

“Amerîka dewleteke serbixwe a Kurd napejirîne”

Belav bike

Zanyarê navdar Noam Chomsky, ku xwedan zêdetirî 100 pirtûkî ye û di sedsala me de rewşenbîrê herî bandordar e, hevpeyvînek daye nivîskar Aydogan vatandaş.
Chomsky di derbarê gellek mijaran de, ji Bihara Ereban bigre heta pirsgirêka Îsraîl û Filistîn û pirsgirêka Kurd, fikr û ramanên xwe di hevpeyvînê de bi rayagiştî re parve kirine. 
Li ser pirsa, “gelo li gorî we di pêşeroja nêzik de Amerîka wê piştgiriyê bide dewleteke serbixwe a Kurd?” Chomsky di bersiva xwe a vê pirsê de diyar dike ku, “di vê rewşê de Amerîka li berjewendiyên xwe yên stratejîk û aborî dinêre û dîsa jî fikra min ew e ku, gumaneke pirr qels e ku Amerîka piştgiriyê bide dewleteke serbixwe a Kurd.”
Pirsa, “hûn siyaseta Amerîka a di warê pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê de çawa dinirxînin?” wiha dibersivîne: “Di salên 1990 an de li Tirkiyê li dijî Kurdan teror û wêrankirina ku gihaştibû asta herî jor, li cîhanê herî zêde çekên Amerîkayê dewleta Tirkiyê bikardihanîn. Çekên ku Tirkiyê bikardihanîn, ji % 80 Amerîkayê didane Tirkiyê. Di sala 1997 an de jî, Serok Clînton ji heyama Şerê Sar zêdetir çek ji Tirkiyê re şandin. Çapemeniya Amerîka qet qala meseleya Kurd nedikir. Ji bo Amerîka û siyasetmedarên Amerîkî girîngiya Filistîniyan an Kurdan tine ye.” 

AVESTA KURD