Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di peyama xwe a bi Kurdî û Tirkî de, bang li PKKê kir ku, bila çek bêdeng bibin û hêzên xwe vekişînine dersînorê Tirkiyê.
Ocalan di peyama xwe de îfade kir ku, vekişandin ne dawî li têkoşînê anîne, qonaxeke nû a têkoşînê ye. Di peyama Ocalan de a newrozê de xalên ku derketine pêş wisa ne:
“Ji bo Kurdan Dîcle û Firat, brayên çemên Sakarya û Merîcê ne. Agirî û Dîcle, dostên çiyayên Erciyes û Kaçgarê ne. Govend û delîlo, xizmên horon û zeybekê ne.”
“Gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn êdî hişyar dibin û vedigerine ser eslê xwe. Mîlyonên ku bi agirê newrozê dilê wan germ dibe, yên ku qadên newrozê tije kirine, êdî aşîtiyê, bratiyê û çareseriyê dixwazin.”
“Êdî em bi Tirkiyeke nû, Rojhilateke Navîn a nû û bi pêşerojeke nû hişyar dibin. Êdî bila çek bêdeng bibin, fikir biaxifin. Pergala modernîteya ku em tine dihesiband, înkar û îmha dikir hate hilweşandin. Xwîna ku diherike nabêje Kurd, Tirk, Çerkez û Laz ber bi dilê erdnîgariya me ve diherike. Ez bi şahidiya mîlyonên ku min guhdarî dikin dibêjim ku, êdî heyameke nû destpedike. Ne çek, siyaset derdikeve pêş.”
“Dîsa ez dibêjim, êdî dema ku hêzên me xwe vekişînine dersînor hatiye. Ez bawer dikim ku, kesên dilê xwe ji min re vekirine, her kes wê bi hesasiyet nêzika vê pêvajoyê bibe. Ev ne dawiye, destpêkeke nû ye. Ev têkoşîn neberdan e, dest bi pêvajoyeke cuda û nû kirin e.”
“Bi minasebeta vê newrozê, herî kêm qasî gelê Kurd, ez bang li gelên Ermenî, Ereb û gelên din dikim ku, ronahiya azadî û wekheviyê wek ronahiya xwe bibînin û bijîn.”
“Rejîmên mêtînger, zordest û înkarok êdî mîada xwe tije kirine. Gelên Rojhilata Navîn û yên Asya Navîn êdî bi xwe dihesin. Gel vedigerine eslê xwe. Ji şerên ku gelan bera hevdu didin û hevdu tine dikin re dibêjin ‘bes e’.”
“Têkoşîna min a ku di nav mercên nezaniyê, neçariyê, dîlitiyê de bi serhildana kesayeta min destpêkir, li hemberî her cure zordariyê armanc ew bû ku rihekî ava bike. Ez îro dibînim ku, ew riha gihaştiye qonaxekê. Şerê me ti cara li dijî netewekî, olekî, mezhebekî û komekê nebûye û nabe jî. Şerê me li dijî tinehesibandinê, paşve hîştinê, fişar û pelçiqandinê meşiya ye. Ji vir û pê ve jî wê wisa be.”
“Îro heyameke nû destpê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî, derî ji bo pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoyeke ku granî wê li ser siyasetê, civakiyê û aboriyê be destpê dike. Têgeheke ku mafên demokratîk, azadiyan û wekheviyê esas digre derdikeve pêş. Me deh salên xwe ji bo vî gelî feda kir, berdêlên pirr mezin dan. Têkoşîn û fedakariyên me qet tinê neçûn. Kurdan, eslê xwe, nasnama xwe ji nû ve qezenç kirin.”
“Bila gelê Tirk yê ku Anatolyaya qedîm îro wek Tirkiye dijî bizanibe ku, jiyana hevpar a hezar salî a Kurdên ku di bin siya ala Îslamiyetê de jiyane, xwe dispêre hiquqa bratî û şêwiriyê. Di wateya rasteqîn de, di ev hiquqa bratiyê de fetîh, înkar, red, asîmilasyona bi zorê û îmha kirin tine û divê nebe.”
“Dem ne dema îxtilaf, pevçûn û hevdu înkar kirinê ye. Dem dema bevalbendî, yekîtî, hevdu hembêz kirin û helalbûnê ye. Kurd û Tirkên ku li Çanakkaleyê, di Şerên Rizgariyê de mil bi mil şehît ketin, bi hev re têkoşîna rizgariyê dane. Meclîsa 1920 an bi hev re vekirine. Rastiya ku paşeroja me datîne ber me, pêwistiya avakirina pêşerojeke hevpar dixwîne ser milên me. Rihê rizgariya Meclîsa avaker, heyama me a îro jî ronahî dike. Ez bang li herkesên ku bindestî jiyane, nûnerên çand û polan, jinên ku her tim hatine bindestkirin, mezhebên ku zor û zehmetî kişandine, xwediyên tarîqat, çand û hebûnên din, nûnerên karkeran û herkesên ku ji aliyê pergalê ve hatine veder kirin dikim ku, li cem Pergala Modertîteya Demokratîk a ku alternatîfeke nû ye cihê xwe bigrin.”
AVESTA KURD