Serrûpel Nûçe Kurdistana Federel piştgirî da peyama Ocalan

Kurdistana Federel piştgirî da peyama Ocalan

Belav bike

Ji Hikumeta Kurdistana Federel, ji peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re piştgirî hat.
Rêvebiriya Kurdistanê li ser malbera fermî a hikumetê ev daxuyaniya weşandiye: “Em wek Hikumeta Kurdistana Federel, ji bo ku pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê bi awakî aşîtane çareser bibe, em ê her tim piştgiriyê bidin. Di vê çarçovê de, em peyama birêz Abdullah Ocalan a ku di Cejna Newrozê de li Amedê hate xwendin, a ku bang li bi dawîbûna şer û şîdetê dike û rêbazeke aşîtiyê a çareseriyê dide ber xwe, erênî dinirxînin. Ev gaveke xweşhalî ye û em piştgiriyê didin. Dîsa di vê mijarê de, çi ji hikumeta Tirk û çi ji PKKê, ji bo çareseriyeke aşîtane û demokratîk ku çi gav bêne avêtin em ê piştgiriya xwe nîşan bidin.
Bi vê minasebetê, Hikumeta Herêmî a Kurdistanê, careke din ji bo çareseriyê ku çi rist dikeve ser milên wê, amadeye ku bicih bîne. Hêviya me ew e ku, her du alî jî, ji bo çareseriyeke demokratîk, gavên guncaw bavêjin.”

AVESTA KURD