Wêneyê hunermend Mehmet Masum Suer yê ku di ayîna Dêra Surp Giragosê a li Amedê de kişandibû roja 26ê Adarê di malpera kovara navnetewî a navdar National Geographicê de, ji cîhanê di nav 12 wêneyên herî baş de cîh girt. Her wênekêşek di mehekê de bes bi wêneyekî xwe dikare beşdarî vê pêşbirkê bive. Wêneyên ku ji alîyê edîtorên kovarê tên hilbijartin di hejmarên kovarê yên mehên pêş de tên bikaranîn. Suer, di sala 2012an de di 6ê sibatê de bi wêneyekî xwe yê ji Roboskîyê jî ji heman kovarê xelat vergirtibû. Di du salên dawî de 6 wêneyên Suer, di kovara navnetewî a ‘Light and Composition’ê de di cîhanê de wêneyên herî baş ê rojê hatibûn hilbijartin û xelat kirin.
Wênekêşê Kurd Suer, di 9ê meha sibatê de li Amedê di Galeriya Hunerê a Amedê de pêşangehek bi navê ‘Wêneyên Behn Kurdî’ vekiribû. Pêşangeh bala raya giştî, çapemenî û medyayê jî kişandibû. Suer, di daxuyanîyên xwe de anîbû ziman ku armancek wî ji kişandina wêneyan jî ew e ku bala gelê cîhanê bikişîne ser çand Kurd û bajar û çanda Kurd bi cîhanê bide danasîn e. AMED