Serrûpel Nûçe Îdia:“Peyama ku hat xwendin ne ya Ocalan e“

Îdia:“Peyama ku hat xwendin ne ya Ocalan e“

Belav bike

Nivîskarê Kurd Hejarê Şamil, bi guman li peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a Newroza Amedê dinêre û diyardike ku, ev teksta bi uslûba Ocalan nehatiye nivîsandin. Hejarê Şamil wiha dibêje:
Min ji nameya ku tê îdiakirin Ocalan şandiye tenê hevokek bi mûçing girt. Di hevokekê de du felaket!
Ocalan di peyama xwe de dibêje ku: Êdî em hatine qonaxa ku unsûrên me yên çekdar (silahli unsurlarimiz)  xwe vekişînine derveyî sînor (sinir otesi)”. Ev gotineke devê Tirk e.
1. “Unsûrên me yên çekdar.” Ocalan, ji sala 1984 an vir ve, ti caran ji bo hêzên gerîlayên Kurdistanê, negotiye “unsûrên me yên çekdar.” Ev gotineke devê Tirk e.
2. “Derveyî sînor.” Ocalan nabêje “derveyî sînor.” Gelo derveyî sînor kudere? Derveyî kêjan sînoran? Derveyî sînorên kê?
Ev ne teksteke ku bi pênûsa Ocalan hatiye nivîsandin e. A ku ji devê Birêz Ocalan heta niha derketiye, ku tê zanîn Ocalan zêdetir nedinivîsî dipeyivî, kêmtir 10 hezar, heta hûn bibêjin 50 hezar rûpel min xwendiye, guhdarî kiriye û ez wek kesekî ku şêweya gotina Ocalan baş dizanim, îdia dikim ku, di ev peyamê de tenê hevokek dîsa ne aîda Ocalan e. Teqez fikr û ramanên Ocalan bingeha tekstê teşkîl dike ancax her hevokeke vê tekstê herî kêm deh caran hatiye redaktekirin (sererastkirin).
Mixabin, êm ê li ser ev peyama ku tê îdiakirin aîda Ocalan e, hîn pirr niqaşan bikin…

AVESTA KURD