Serrûpel Nûçe Mandela rakirine nexweşxanê

Mandela rakirine nexweşxanê

Belav bike

Ji ber ji nû ve vehatina enfeksiyona pişikê, rêberê efsanewî û serokdewletê berê yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela rakirine nexweşxanê.
Serokdewletê Efrîkaya Başûr Jacop Zuma bang li bijîşkan kir ku, çi ji destê wan tên bila bikin. Zuma, li hemû cîhanê jî xwest ku bila ji bo Nelson Mandela dua bikin.
Nelson Mandelayê 94 salî, di destpêka vê mehê de jî, li ber heman nexweşiyê rakiribûn nexweşxanê û ew 24 seeta li nexweşxanê di bin kontrolê de girtibûn.
Nelson Mandela, li cîhanê navekî sembol yê li dijî nijadperestiyê ye.

AVESTA KURD