Serrûpel Nûçe “Pêşewa xwe feda kir da gelê wî zindî bimîne“

“Pêşewa xwe feda kir da gelê wî zindî bimîne“

Belav bike

Barzanî di salvegera darvekirina Qadî Mihemed de li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir û tê de silavên xwe ji bo canê pak ê pêşewa Qadî Mihemed û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê şand.

Barzanî got, pêşewa Qadî Mihemed canê xwe fîda kir daku gelê wî sax û zindî bimîne.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku doza gelê kurd rewa ye û peyama wî jî ji bo gelên li navçeyê aştî û bihevrejiyan e.

Herwiha 40 rêxistinên ciwanên ên her çar parçeyên Kurdistanê daxwaz kirin ku 30’ê adarê wekî roja Şehîdên Kurdistanê bê naskirin û dibêjin: “Erkê li ser milê her kurdekî nîştîmanperwere 30’ê Adarê wekî roja şehîdan nas bikin.”

Di 30ê adara sala 1947an de Qadî Mihemed ligel birayê xwe Sedrî Qadî û pismamê xwe Seyfî Qadî ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve li qada Çarçira ya li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin.

Pêşewa Qadî Mihemed sala 1900 ji malbateke navdar ya Mehabadê jidayik bûye û bavê wî Elî Qadî yek ji kesatiyên navdar ên navçeya Mukiryan bû, piştî mirina bavê wî, Qadî Mihemed dibe dadwerê bajarê Mehabad û navçeya Mukiryanê. Rûdaw