Serrûpel Nûçe Daily Star: Kurd bi AA’yê re tevdigerin

Daily Star: Kurd bi AA’yê re tevdigerin

Belav bike

Rojnameya Daily Star, di îdia xwe a ku dispêre aktîvîstê The Aleppo Media Center Mihemmed Seîd de, diyar dike ku, çekdarên YPG’ya ku girêdayê PYD’ê ye, ku di destpêka şerê navxweyî yê li Suriyê de hêzên çekdar yên Kurd him li hemberî hêzên rejîmê û him jî li hemberî hêzên mixalifan di heman mesafê de sekinîbûn, li Helebê êdî bi hêzên Artêşa Azad a Suriyê (AA) re tevdigerin.    
Daily Star, di berdewamiya îdiaya xwe de radigihîne ku, hêzên Artêşa Azad a Suriyê, ketine taxa ku Kurd li wir zêdetir in, taxa Şêx Meqsûd a di bin kontrola YPG’ê de ye.  
Dîsa tê gotin ku, li Helebê herêmên ku di bin kontrola hêzên Artêşa Azad de ne, li wan derana Ermenî û Xeçperestan dest bi malên xwe vala kirinê û li wan herêmana koç kirinê kirine. Vê jî bi lihevhatina PYD û AA’yê ve girê didin.

AVESTA KURD