Serrûpel Nûçe “Min navê xwe di lîsteya mirinê de dît”

“Min navê xwe di lîsteya mirinê de dît”

Belav bike

Lîstikvana sînemayê Fusun Demîrel, ligel lîstikvan û derhênerên navdar yên wek Halîl Ergun, Reîs Çelîk, Genco Erkal, li ser niqaşa sînemaya Kurd û Tirk, fîkr û ramanên xwe ji kovara “Fîlm Arasi” yê re parve kirin.
Hemû sînemavan di ev fikrê de ne, “ger ku sînemaya Tirkiyê hebûya (tenê ne sînemaya Tirk) pêwîstî bi sînemaya Kurd nedima.”   
Di vê mijarê de derhêner Reîs Çelîk diyar dike ku, ti cara sînemaya Tirkiyê dernekete pêş, her tim sînemaya Tirk hebû.
Dema ku qala sînemaya Kurd hate kirin, lîstikvan Fusun Demîrel cara pêşiyê bûyereke ku hatiye serê wê parve kir. Aktrîst Demîrel diyar dike ku navê wê di lîsteya mirinê de bûye.
Fusun Demîrel wiha dibêje: “Me fîlma Mem û Zînê, di nav şert û mercên bi zehmet de li herêma Başûr Rojhilatê Anatolya kişand. Dema ku em vegeriyane Stenbolê, nasekî min ji min re got ku, lîsteyeke mirinê ji patronê rojnameyeke mezin re ragihandine. Di lîstê de navê hemû lîstikvanên ku di fîlma Mem û Zînê de lîstine hebû. Dûra lîste kete destê min. Min navê xwe di lîsteya mirinê de dît. Ez vê cara yekê ye ku dibêjim.”

AVESTA KURD