Serrûpel Nûçe Nûçeya mirina Beytocan ne rast e

Nûçeya mirina Beytocan ne rast e

Belav bike

Beytocan hîn jî “Weke bilbilan diaxife”

Hunermend Beytocan dijî û nûçeya mirina wî ne rast e

Rûdaw niha bi malbata hunermend Beytocan re axifî û li halê wî pirsî, rewşa wî ji berê baştir bû ye, li nexweşxaneyê tê dermankirin û di bin çavdêriya doktoran de ye.

Berî 2 rojan tendurustiya wî xerabtir bûbû, lê ev 2 roj in, ber bi başbûnê ve diçe.

Ez bi hunermend Armanca re jî axifîm, ew ji nêzîk ve agahdarî tenduristiya wî ye û ji roja yekem de bi wî re, ji min re got: “Berî nîvseetekî ez bi wî re dûr û dirêj axifîm, Beyto weke bilbilan diaxifî û ji berê gelekî baş tir bû…”

Beytocan ji Armanc re gotiye ew hez dike biçe serdana helbestvan Ehmed Hisênî, ku ew jî li Stockholmê dermankirina kîmoterapiya pençeşêrê dibîne û meraqa rewşa wî dikir.

Ev demeke pençeşêr di diranên wî de çêbûbû û çend caran rewşa wî têk çûbû.