Rojnameya bi navê Ennahar a li Cezayirê weşanê dike, doh di nûçeyeke xwe de îdia kir ku, keça Serokdewletê berê yê Lîbyayê Muammer Qedafî Ayşe Qedafî, ji ber qeyrana esabiyetê Qesra Serokatiya Cezayirê a ku tê de dijî daye ber agir.
Ayşe Qedafiya 37 salî, tê gotin ku berê jî dema ku bihêrs bûye, zirar daye mobilyayên rezidansê û tabloyên Serokdewletê Cazayirê Abdulaziz Buteflika parçe kirine.
Dewleta Umanê, hefta borî, bi şertê ku siyasetê nekin, mafê li welêt mayinê dabû Ayşe Qedafî.
Dîsa hatibû ragihandin ku, Ayşe Qedafî li Lîbyayê zarokek aniye dinyayê.
Înterpol, bi bultena sor, li çar aliyê cîhanê li Ayşe Qedafî û brayê wê Hanibal digere.
AVESTA KURD