Miçoyê Berber (Bavê Mûsa), yek ji kevitirîn berberên Kobanî bû, kesayetiyeke naskirî bû, koça dawî kir.
Navê cihê xwe kiribû: Salona Gel, kesekî hezkirî bû û kêfa xelkê gelekî ji suhbeta wî re dihat.
Di ciwaniya xwe de tevlî partiya Komunîst bûbû, bêhtirî 50 salî di nava wê partiyên de mabû.
Kurdperwer bû, li cihê wî yê berberiyên hemû aliyên siyasî kom dibûn û rewşa siyasî gotûbêj dikirin.
Ew di sala 1950 de ji dayîk bûbû.
Di merasîma veşartina wî de gelek nas û dostên wî amade bû, mamosta Hisên Mihemed Elî jî axaftineke ku behsa Miçoyê Berber dike pêşkêş kir.
Bila serê malbata wî sax be, rehma xwedê lê be.
AVESTA – Kobanî