Serrûpel Nûçe “Tirk naxwazin bi Kurda re wekhev bin“ (Vîdyo)

“Tirk naxwazin bi Kurda re wekhev bin“ (Vîdyo)

Belav bike

Lîstikvana sînemayê Lale Mansur, ku di nav Komisyona Aqilmendan de cih digre, di televîzyona Haberturkê de gotinên hêja kirin.
Aktrîstanavdar wiha dibêje: “Fikareyên kesên ku piştgiriyê nadine pêvajoyê hene. Dibêjin, ’em ê çi bidine Kurda?’ Em ê zimanê wan bidinê. Ma wê li hemberî vê derkevin? Em ê mafê wan yên demokratîk bidin. Ger ku çareserî çênebe, carekê bifikirin lawikê we wê biçe li Şirnexê leşkeriyê bike. Vê rastiyê bizanibin û gorî vê biryara xwe bidin, hûn aşîtiyê dixwazin an na? Li ser xwîna zarok û zilamên kesên din axavtin hêsan e helbet…”
Lale Mansur, di mijara wekheviya Kurd û Tirkan de jî wiha got: “Heta niha yên ku her tim biîmtiyaz bûn Tirk bûn. Tirk naxwazin vê îmtiyaza xwe parve bikin an bi Kurdan re bibine xwediyê heman statûyê. Çendakî berê, parlementera CHPê (Birgul Ayman Guler) got ‘ez wekheviya Kurdan qebûl nakim.’ Ez vê baş fêm dikim. Tabî vana xwedan hemû îmtiyazan in. Naxwazin bi Kurda re parve bikin. Ez vê baş fêm dikim. Tirk naxwazin bi Kurda re wekhev bibin.”

AVESTA KURD