Cara yekê ye ku ala Tirk li ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê hatiye daliqandin. Li Amedê salvegera 87. a qebûlkirina hemşehrîtiya Amedê a Ataturk hate pîrozkirin. Bi vê minasebetê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî aleke Tirk a mezin li ser avahiya xwe daliqand.
Di pîrozbahiya Newroza Amedê de nêzika 2 mîlyon mirov li qada newrozê kom bûbûn û bi coş newroz hatibû pîrozkirin û peyama Ocalan a aşîtiyê hatibû xwendin. Di serî de Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rayedarên dewleta Tirkiyê li qada newrozê çima ku ala Tirk tinebû rexneyên xwe kiribûn.
AVESTA KURD