Serrûpel Nûçe Dixwazin vegerin gundê xwe

Dixwazin vegerin gundê xwe

Belav bike

Desteya Koordînasyona Bajêr a Odeya Çandiniya Amedê, bi navbeynkariya keya û rûspiyan, ji malbatên ku ji bajarên Kurdistana Bakur koça bajarên cuda yên wek Bursa, Edene, Stenbol, Mêrsîn û Îzmirê kirine pirsîn, “hûn dixwazin vegerine gundê xwe û ji nû ve dest bi karên xwe yên berê bikin an na?”
Li ser vê, 10 hezar malbatên ku koça bajarên din kirine, serî li Desteya Koordînasyonê dan û daxwzname nivîsîn ku ew dixwazin vegerine gundên xwe. Di daxwaznameya xwe de malbat diyar dikin ku, wana dixwazin vegerine gundên xwe û li gund çandinî û ajaldariya xwe bikin.
Di deraxî mehekê de 10 hezar daxwaznameyên ku ji malbatan hatine, Desteya Korrdînasyonê ji Wezareta Pêşveçûnê û Yekîtiya Odeyên Çandiniyê a Tirkiyê re şandin.    
Serokê Desteya Koordînasyonê Cewat Delîl, ji Ajansa Anatolya (AA) re ragihandiye ku, “Mirovên herêmê tiyê aşîtiyê ne. Em jî ji tengasiyên ku li herêmê tên jiyandin re şahîdiyê dikin. Ji ber ku nayê çandin, gellek zeviyên vala hene. Gellek gund jî vala mane. Dîsa gundî tengasiya bazarê jî dibînin. Ger ku pêvajoya aşîtiyê bi encameke serkeftî bi dawî bibe, hilberîna çandiniyê wê zêde bibe û ev jî wê refaha gel bilind bike.”
Di salên 1990 an de, ji ber gun şewitandin, zilm û zordariya hêzên dewletê, zêdetirî 3 mîlyon gundiyên Kurd, mecbûr mabûn ku koça der û deverên din bikin. 
 
AVESTA KURD