Serrûpel Nûçe Pêşewa Hewramî: Hîç bingeheke Îsraîlê li herêma Kurdistanê tune ye

Pêşewa Hewramî: Hîç bingeheke Îsraîlê li herêma Kurdistanê tune ye

Belav bike

Daxuyaniya berdevkê hikûmeta Kurdistanê:

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Pêşewa Hewramî li idîayekê daxuyaniyek belav kir û got, hêzeke ku ji yasayê derçûye ragihandiye ku bi riya dronê bargeheke Îsraîlê li Hewlêrê hatiye bombebarankirin, ew nûçe bi her awahê ji rastiyê dûr e.

Hewramî got: Ev nşçeyên wan grûp û hêzên ne yasayî bê bingeh in û ji rastiyê dûr in, hîç bargeheke Îsraîlê li herêmê tune ye, êrîşên ku ew grûp her carê bi bihaneyekê tînin ser Hewlêrê, diyar dike ku ew grûp gêj bûne ji ber wê yekê jî bi karên terorîstî radibin.