Serrûpel Nûçe Gundên Tirbesipiyê hatin bombebarandin: 12 kuştî

Gundên Tirbesipiyê hatin bombebarandin: 12 kuştî

Belav bike

Hêzên rejîma Esed îro (14.04.2013) li gundên Tirbesipiyê 12 kes qetil kirin û 25 jî brîndar kirin. Ji ber ku komeke çekdar a mixalifan ketiye gundê ku girêdayê Tirbesipiyê Hedadêye, artêşa Suriyê bi balefir û helîkopteran gundê Hedad bombebarandiye. 4 bombe isabeta gund kirine û di encama bombebarandinê de jê 5 zarok, 11 kesa jiyana xwe ji dest dane. 25 kes jî brîndar bûne. Kesên brîndar rakirine Qamişlo û li nexweşxaneyên bajêr girtine bin dermankirinê.
8 kesên ku jiyana xwe wenda kirine ji heman malbatê ne. Navên kesên ku hatine qetilkirin wiha ne: Saed Ehmed Ebas (41 salî), Nerîman Ciwan Ebass (38), Dîlma Sead Ebas, Buhar Saed Ebas, Dîlber Ehmed Ebas (27), Şadya Ehmed Ebass (25), zarokekî 3 meheyî, Berces Meran (55), Nehla Berces Meran (26), Seda Ebdilqadir Salih (30) û Ehmed Fêdel Elî (5).  
Li gorî ragihandina ANHA (Ajansa Nûçeyan a Hawar), ku piştî bombebarandinê xwe gihandiye gundiyan, gundiyên Hedad diyar kirine ku, hêzên rejîma Esed, çekdarên mixalifan hedef negirtine, rasterast gund hedef girtine. 15 çektarên mixalifan, ku çawa bombebaranê destpêkiriye ji gund reviyane lê rejîma Suriyê bombebarandina li ser gund domandiye.
Dîsa di heman rojê de gundê bi navê Ceza, ku 12 kîlometre dûra gundê Hedad e, ji aliyê hêzên hewayî yên rejîma Suriyê ve hatiye bombebarandin. Di vê êrîşa hewayî de jî gundiyê bi navê Loqman Ebu Hemed jiyana xwe ji dest daye.

AVESTA KURD