Serrûpel Nûçe Yilmaz Erdogan fîlma Şêx Seîd wê çêbike

Yilmaz Erdogan fîlma Şêx Seîd wê çêbike

Belav bike

Yilmaz Erdogan dike fîlma Şêx Seîdê Paloyî, ku navê xwe bi serhildana li dijî rejîma Tirkiyê a 1925 an li dîrokê nivîsandiye, çêbike. Fikra çêkirina fîlma Şêx Seîd, ji hevsera Yilmaz Erdogan Belçîm Bîlgînê derketiye û ji hevserê xwe rica kiriye ku fîlmeke bi vî rengî çêbike. Şêx Seîd, kekê kalikê hevsera Yilmaz Erdogan Belçîm Bîlgîn e. Belçîm Bîlgîn bi xwe jî lîstikvan e.
Belçîm Bîlgînê wiha gotiye: “Di jiyana Şêx Seîd de gellek serpêhatiyên ku bêne vegotin hene. Ger ku Yilmaz tiştekî bi vî rengî çêbike, mirovên bi çavekî din li serhildana Şêx Seîd binêrin. Min di vê mijarê de ji Yilmaz rica kir.” 
Sala borî, di fîlma bi navê “Bêdeng” a ku li Mîhrîcana Fîlman a Cannes’ê xelata Palmiya Zêrîn wergirtibû de Belçîm Bîlgînê rista serete lîstibû.
Şêx Seîd, di sala 1925 an de li dijî rejîma Tirkiyê serî hildabû û di heman salê de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ew û hevalên wî li Amedê hatibûn dardakirin.

AVESTA KURD